Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden Dibêje Pakîstan Mezintirîn Xema Ewlehîyê ye


Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden dibêje, rewşa ewlehîyê li Pakîstanê, ji Îraq, Îran û Afganîstan bêtir xem û fikar dide wî.

Di hevpeyvîneke televîzyona CNN de, birêz Biden Çarşemê got, Pakîstan xwedîyê çêkên navokî ye û kêmanîyeke girîng ya kesên tûndrê li wî welatî hene.

Wî her wiha lêzede kir û got, Pakîstan ne welatekî bi tevahî demokrasî ye.

Pakîstan cîyekî girîng heye, di hewilên Amerîka yên Afganîstan û welatên cîran de. Washington her dem piştgirîya êrîşên Pakîstanê yên hemberî mîlîtanên kirîye, li seranser herêmên tixûbê.

Birêz Biden, her wiha da zanîn, ku programa navokî ya Îranê jibo hilberîna çêkên navokî ye. Wî got, eger Tehran çekên navokî bidestve bîne, ew dê giwaştinên li ser welatên herêmê, wek Erebîstana Suudî, Tirkîye û Misirê zede bike.

XS
SM
MD
LG