Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Befir li Başûra Amerîka Dibare


Baroveke befrê li başûra Amerîka bûye egera girtina xwendinghan û her wisa firîna firoka jî hate ragirtin û gelek lêkdanên otombîla qewmîne.

Ev pêla befrê û baranê û bestina erdî li wîlayetên Texas, Karolina başûra Georgia û Florida qewmine. Firîngeha Atlanta li Georgia bi sedan firînên hatin û çûnê ragirtin.

Li bajêrê Dallas wîlayeta Texas nêzîkî 32 sentîmêtir bifirê barîye ku eve bi deha salane hinde befir li Dallas ne keftiye. Firîngehên New York, Philadelphia, Baltimor û Washington D.C. careka din hatine vekirin belê çaverê dihête kirin ku hindek firîn paş bikevin.


XS
SM
MD
LG