Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, rewşenbîrê kurd Îbrahîm Paşa Nadîrov qala êrîşên li dijî Kurdên Qirgizîstanê dike.
Birêz Paşa dibêje, sedema van êrîşên dawî nîjadperestîya Qirgizan li dijî Kurdan e. Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetê hemî pêkhatîyên Qirgizîstanê çûne welatên xwe yên bav û kalan. Azerî çûne Azerbeycanê, Ermenî çûne Ermenîstanê lê em neçûne derekî. Cîyê bav û kalen me bindestan bû. Em kude herin?
Îbrahîm Paşa, her wiha li ser civata Kurd ya Qirgizîstanê xeber dide û agahdarîyên firehtir dide. Paşa dibêje, nêzîkî 30 hezar Kurd li wî welatî hene û ew li 1937ê hatine sirgun kirin û dixwazin carekî din me li van deran derxînin.
Birêz Paşa lêzede dike û dibêje, ew nameyeke alîkarîyê ji Serokê Herêma Kurdistanê re şandin e û hêvîya desteka Kurdên Îraqê ne.
Guhdarên delal, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.