Qûmandarên bilind yên Amerîka û NATO dibêjin, êrîşa berfireh ya Marjah, Afganîstane dikane roleke pir girîng bilîyze, di şerê hember Talîbanê de.
Tevî ku bi hezaran hêzên NATO û Afganî ketine Marjah, karbidestên leşkerî dibêjin, serkeftina operasyon wê di dawîya êrîşan de bêne dîtin.
Generalê Britanî Gordon Messenger roja Şemîyê, li Londonê ji rojnamevanan re got, piştî paqij kirina tevahîya herêmê, divê hêzên NATO û Afganî hewila danûstandinan ligel rûniştîyên Marjahê bikin û alîkarîyê bidine wan.
Berdevkê NATO Mark Sedwill jî, li Kabulê got ku tîmên ewlekarîyê û karbidestên hikûmeta Afganî hêvîyê dikin ku demele zûtir tekevine bajerê, lê wî waxtekî zelal neda.