Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna li Hîndîstanê de 9 Kes Hatine Kuştin


Karbidestên Hîndîstanî lêkolînê li ser kiryarên êrîşa bombeyî ya vê Şemîyê dikin, ku li bajarê Punê ya rojava 9 kes kuştîbûn û 57 kesên din jî birîndar kirîbûn. Peqîn, li xwaringeheke bi tijî turîstan pêk hatîbû.

Wezîrê Navxweyî yê Hîndîstan Palaniappan Chidambaram, êrîşa bombeyî ya hember xwaringeha Almanî, wekî bûyereke girîng ya terorîstî binav kir.

Ev êrîş, xwîndartirîn êrîş e, ji peqîna Mumbaî ya 2008'ê vir ve, ku mîlîtanên Pakîstanî hatîbûn tawanbar kirin. Te ragihandin heta niha ti kes berpirsîya wê peqînê bi stûya xwe ve negirtîye.

Rêberên hevrik yên nijadî, roja Yekşemê li hikûmetê pirsîn ku ew dixwaze berdewamîya danûstandinên ligel Pakîstanê bike yan ne.

Hîndîstan û neyara wê ya serekî Pakîstan qayîl bûbûn. Li 25'ê Sîbatê destbi danûstandinên paya bilind bikin, li New Delhi. Têkîlîyên her du welatan, ji êrîşa Mibaî ya 2008'ê vir ve xirabtir bûye.

XS
SM
MD
LG