Cîgirê Serokê Amerîka Joe
Biden dibêje, cîgirê serokê berê Dick Cheney li ser biryar bûna rêvebirîya Obama
ya şerê dijî terorîzmê yan şaş hatîye agahdar kirin, yan jî bi zanabûn agahdarîyên
çewt dide civatê.
Birêz Biden di hevpeyvîneke televîzyona NBC ya Yekşemê de got, Cheney hewil dide dîrokê jinûve binivîse.
Cîgirê berê Dick Cheney, peyîvdarîya rexnegirîya Komarîyan dike, li hember sîyaseta ewlehîya netewî ya rêvebirîya Obama. Birêz Ceheny gotîbû, Serok Barack Obama naxwaze bibîne ku Amerîka li dijî terorîstan di şer da ye û loma jî gelê Amerîkî kêmtir parastî ne.
Belê, Cîgirê Serokê Amerîka Biden dibêje, Welatên Yekgirtî Amerîka, li gorî dema rêvebirîya Geroge Bush û Dick Cheny pirtir, rêberên El Qayde kuştine. Biden lêzede kir û got hêzên Amerîkî, 12 kesên ji 20 rêberên bilind yên El Qayde kuştine.