Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton: Îran Birev Dîktatorîya Leşkerî Diçe


Wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton dibêje Amerîka bawer dike ku Îran birev diktatorîya leşkerî diçe.

Di gotarekê de li Qeterê roja duşembî, Clinton got hêza leşkerî ya Supahê Pasdaran bizavê dike cihê hikûmetê bigrît.

Birêz Clinton seredana herêma Kendavê dike li çarçûva bizavên zêde kirina fişar û giraniyê li ser Îranê ji ber bernama wê ya navokî.

Wezîra derve her wiha seredana Erebistana Saudî dike û ligel Şah Ebdullah û wezîrê derve mîr Saud El-Faysel kom dibe ji bo bidest anîna piştevaniya Ereban bo sizayên nû dijî Îranê.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG