Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Davutoglu Seredana Îranê Dike


Wezîrê derve yê Tirkîye Ahmet Davutoglu roja sêşembî li Tehranê bi karbidestên Îranî re kom dibe di bizavekê de ji bo çareser kirina kêşa bernama navokî ya Îranê.

Davutoglu ligel wezîrê derve yê Îranî Manûçehir Mottakî û renge ligel serokê Îranî Mehmûd Ehmedînejad kom bibe.

Tirkîye têkeliyên baş bi Îranê re hene û pêşniyara pêşkeş kirina alîkariyan dike ji bo çareser kirina kêşa navokî ya Tehranê.

Mezin hêzên cîhanê bizavê dikin sizayên tûndtir dijî Îranê rabigehînin, piştî Tehranê li heftiya bûrî ragehand ku uranyomê bo astekê bilindtir zax dike.

XS
SM
MD
LG