Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Odierno Dibêje, Îran Kêşeya Sîyasî li Îraqê Plan Kirîye


General Odierno dibêje, Îran hîn jî Hêza Quds bikar tîne, jibo piştgirî kirin, destek dayîn û fêr kirina mîlîtanên Şîa li Îraqê. Wî got, tevî ku grûbên çêkdar li Îraqê bûne çend perçe, hinek jî wan hîn jî hêzbûna xwe parastîne. Ev grûb bombeyên bi bandor datînin ser rêkan û hêzên Amerîkî û hêzên Îraqê ji xwe re dikin armanc û hewil didin ku hikûmeta Îraqê jî qelstir bikin.

Belê, general Odîerno dibêje, yek jî girîngtirîn bizavê Îranê ew bû, ku Komîsyona dad û Berpirs Girtina Îraqê qane bike û bi sedan sîyasetvanên Îraqî qedexe bike ku nikanibin pişikdarîya hibijartinên giştî ya mehê bêt bikin.

General Odierno, pê ve çû û Ahmed Çelebî gunehbar kir, ku berî destpê kirina dagir kirina Îraqê ya 2003ê, xwedîyê peywendîyên baş bû ligel Amerîka. Odîerno got, Çelebî rastexwe bi hezên Quds re û qûmandarê wê ya Îraqê, Mehdî Muhendîs re kar dikee. General Odîerno her wiha lêzede kir û got, Çelebî û rêberê din yê komîsyonê Alî El Lamî çûne Îranê ku kêşeya berbijaran bişewirin.

Odîerno dibêje, kêşeya berbend kirina berbijarên Sunnî ku qaşo têkîlîya wan ligel Saddam Huseyîn û rejîma Baasî hebûye, kêşeya mezhebî ya Îraqê xirabtir kirîye, berî hilbijartinên Îraqê. Lê, ew dibêje, bawerîya wî heye ku sîyasetvanên Îraqî mecbûr bimînin ku xem û fikarên gelê Îraqê, wek dest xistina kar, xizmetên bingehîn, halxweşî û ewlekarî di kempeynên xwe de bînine pêş.

General Odierno berdewam got, ew pêşbînî dike, ku di dawîya hilbijartinan de rêberên Îraqê wê mecbûr bin ku koalîsyoneke ava bikin, bi tevlî bûna 2 yan jî zedetir partîyên sîyasî ku ew yek jî dikane bi mehan bidome.

Odierno berdewam got, 97 hezar hêzên Amerîkî yên vê demê, li ber e, piştî pêk hatina hilbijartinan, heta dawîya meha Tîrmehê dakêve 50 hezaran. Belî, wî lêzede kir û got, eger pêdivî be ew dikane biryara paşexistina wê planê jî bide.

General Odierno di dawîya axaftina xwe de got, eger her tişt wekî plan kirî bimeşe, 50 hezar hêzên Amerîkî dê şîretvanî û alîkarî bidine hêzên Îraqî ku nîzama welatê xwe bidestve bînin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG