Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Dubaî Dibêjin Îsraîl li Pey Kuştina Rêberê Hemasê ye


Rêveberê polîsê Dubaî, dibêje ew nizîkî piştrast e ku ajansa agehiya Îsraîlê, Mosad, berpirsiyare biramberî kuştina milîtaneke bilind yê Filistînî li hoteleka Dubaî.

Rêveberê polîsan Dahi Xelfan Tamim gote rojnama National ku ew 99 ji sedê pişt raste ku Mossadê dest hebûye li kuştina qomandarê Hemasê Mehmûd El-Mebhouh.

Wezîrê derve yê Îsraîlê, Avigdor Liberman dibêje çi sedem nîne ku hizir bikin Îsraîlê dest hebûye li kuştina Mebhouh.

Hevdem, Brîtanya û Îrlendayê lêpirsîne li nûnerên Îsraîlê dikin ka çewa pasportên saxteyên Ewropî jilayê mirov kujên berguman hatîne bikar anîn.


XS
SM
MD
LG