Karbidestên hikûmetê dibêjin êrişberê xwekuj li roja Pêncşemê otombîl li noqteke zêrevaniyê nêzîkî avahiya fermandarê herêmî li bajarê Ramadî, peqand.
Li nav qurbaniyan, çar polîs jî hene û 26 kesên din birîndar bûn.
Di peqîna duwê de, otombîleke bombekirî nêzîkî dezgeheke polîsan li bajarê Mosilê li bakûra Îraqê peqî û li encamê 22 kes birîndar bûn.
Êrişên li ser hêzên ewlehiyê û karbidestên hikûmetê li van mehên dawiyê li Anbar zêde bûne. Anbar herêmeke piranî Sunî ye û li demekî jibo xirabkaran bingehekî serekî bû.
Parêzgeha Anbar di sala 2006ê pêde aram bibû, li dema eşîretên xwecihî yên Sunî alîkariya leşkirê Amerîka kir jibo derxistina milîtanan.
Hêrişa roja Pêncşemê li demekî wisa hat ku Îraq xwe amade dike, bo hilbijartinên giştî yên heftê Adarê.