Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran li Dijî Îsraîlê Soza Piştevanîya Dide Hizbollah


Serokê Îranî Mehmûd Ahmedînejad soz da ku Îran wê piştevanîya Hizbollah ya Lubnanî bike, eger Îsraîl dîsa êrişê bike ser Hizbollah.

Dezgehê ragihandinê ser bi dewleta Îranî li roja Pêncşemê ragihand ku Ahmedînejad her wisa daxwaz li wê gruba çekdarî kir ku eger şer destpê kir, Îsraîlê bi yek carî jinav bibe.

Ajansa nûçeyên IRNA ragihand ku serok Ahmedînejad ev gotine kirin li demê peywendiyeke telefonî ligel rêberê Hizbollah, Hesen Nesrellah.

Ev gotine nûtirîn lêkgohrînên peyvên rik û kerbê ne li nêv bera rêberên Îsraîlê, Lubnanê û Surîyê.

Roja Sêşemê, Nesrellah huşdarî da Îsraîlê ku Hizbollah dê moşekan bi arastê Tel Avîvê avêt, eger welatê Cuhiyan hêrişê bike ser Lubnanê.

XS
SM
MD
LG