Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Almanya Dibêjin Reng e Îran Toleyên Nû Bibîne


Rûsya û Almanya dibêjin, reng e Îran rû bi rûyê toleyên nû be, jiber programa wê ya navokî.

Berdevkê Wezareta Derve yê Rûsya Andrei Nestereneko dibêje, karbidestên wan îhtîmala danana toleyên nû piştguh nakin, tevî ku Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî vê gavê li ser vê mijarê xabatê nake. Rûsya, yek jî girîngtirîn hevalbendên Îranê ye.

Ulrich Wilhem, berdevkê Serokwezîra Almanya Angela Merkel jî dibêje, halwesta Îran ya wî rengî, civata navnetewî mecbûr dike ku hizra danana toleyên nû bike.

Ajansa Enerjîya Atomîya Navnetewî ji, cara yekê roja Penşcemê ragihand, ew di xemê da ye ku Îran li ser çêkên navokî kar dike. Ajans da zanîn, agahdarîyên nû destketî yên derbarê Îranê, şik û gumanên heyî zedetir dikin, ku Îran çekên navokî ava dike.

Rêberê rûhanî yê Îranê Alî Xameneyî, wan îddîayên heyî roja Înîyê red kir. Wî do televîzyona dewletê de got, Îran bawerîya çêkên navokî nake, loma jî ti hewila wê ya ava kirina çêkên wî rengî tune ne.

XS
SM
MD
LG