Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cuntayê Leşkerî Rêberê Xwe Eşkere Kir


Desthilatdarên leşkerî yên nû li Nîjer dibêjin, 1 roj piştî dûrxistina serokê ji posta xwe, ew hikûmetê jî rûxandine.

Cuntaya leşkerî ku ji xwe re dibêje, Civata Bilind ya Vejandina Demokrasîyê ragihand, ku rêberê wan Salou Djibo ye.

Leşkerên çêkdar roja Pencşemê êrîş biribûn ser Qesra Serokatîyê û dema kombûna kabîneyê dom dikir, serok Mamadou Tandja dîl girtîbûn. Heta niha nayê zanîn serok li ku derê girtî ye.

Yekîtîya Efrîqa û Rexistina Aborî ya Welatên Rojavaya Efrîqa, bi rîya daxûyanîyan darbeya leşkerî ango coup d'etat şermezar kirin.

Berdevkê cuntaya leşkerî Kolonel Abdulkerîm Goukoye Kerîmo, roja Pencşemê di televîzyona dewletê de got, artêş mecbûr ma ku desthilata welatî destvî bîne, jibo dawî anîna alozîyên heyî.

Serok Mamadou Tandja, demek berê qanûna binhegîn guhartîbû û desthilata xwe berfirehtir kirîbû. Ev pêngav bûbû sedema rexneyên navxweyî û navneteweyî.

XS
SM
MD
LG