Karbidestên Çînî, gazîya balyozê Amerîkî li Beijingê kirin, jibo şermezar kirina hevdîtina Serokê Amerîka Barack Obama ligel Dalai Lama yê rêberê rûhanî yê Tîbetê.
Wezareta Derva ya Çîn dibêje, Cîgirê Wezîrê Derve Cui Tiankai gazî li balyozê Amerîkî John Huntsman kir û nerazî bûna welatê xwe ragihand.
Çend demjimêr paş dawî bûna hevdîtina 2 xelatbirên Nobelê li Washingtonê, berdevkê Wezareta Derva yê Çînê Ma Zhaoxu daxûyanîyeke da. Wî got, ew civîn li dijî soza Amerîka ye ku, Tîbet beşeke Çînê ye û ew piştgirîya serxwebûna Tîbetê nake.
Berdevka Balyozxaneya Amerîkî li Beijing dibêje, Washingon çaverê ye reaksîyoneke tund bû ji Çînê. Wê got, balyoz Huntsman gote Cîgirê Wezîrê Derve Tiankai, ku divê her 2 welat pêşde herin û hevkarîyê xwe bidomînin.