Karbidestên Îraqî dibêjin çekdaran 11 endamên du malbatan kuştin li du hêrişên cuda li Bexda.
Li hêrişa yekê, heşt endamên malbatekê bi çekên bê deng li mala xwe hatin kuştin.
Karbidest dibêjin serê jimareka qurbaniyan hatibû birrîn. Çar kesên gumanlêkirî hatin girtin.
Li hêrişa duyê bi kêmî ve sê endamên malbatekê li mala xwe li Bexda hatin kuştin.
Sedema kuştina wan malbata dem û dest nehatiye zanîn.