Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî
ya Dengê Amerîka de, helbestvan û nivîskar Husên Habeş derbarê rewşa zimanê
Kurdî li Surîyê agahdarîyan dide.<!-- IMAGE -->
Birêz Habeş dibêje, zimanê dayik wekî şîra dayik helal e û mafê ti kes tune ku zimanê te ji te bistîne. Mixabin li Surîyê gelê Kurd hîn jî, nikane zimanê xwe bi azadî deng bike û zimanê xwe yê zikmakî li xwendîngeh û warên din yên jîyanê bikar bîne.
Husên Habeş her wiha dide zanîn ku, her çi qas azadîya Kurdan tune be ji, piştî serhildana 12ê Adarê edî tirs nemaye û gel bi wêrektir li ziman, wêje û çanda xwe xwedî derdikeve.
Guhdarên hêja, heku bixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.