Dadgeheke Tirkî
heft efserên mezin yên leşkerê Tirkiyê tawanbar kirin bi nexşe kêşana ji bo ladana
hikûmeta Dad û Pêşdeçûnê, AKP.<!-- IMAGE -->
Medya Tirkî raport dike li roja Çarşemê biryar hate dan çar edmîral, ceneralekî leşkerî û du kornel bihêne zîndan kirin heta li dadgehê amade dibin.
Roja Duşemê, karbidestan 49 efserên mezin yên leşkerî desteser kirin.Bawer dihêt kirin wan dest hebûye li nexşeya derbeya leşkerî dijî hikûmetê.
Medya Tirkî raport kir ku ew nexşe li sala 2003ê hatibû kêşan ji bo aloz kirina hikûmetê bi rêya danana bombeyan li nav mizgeftan û azrandina Yonanê ku firokeke Tirkî bêxîne.
Desteser kirina wan efserên leşkerî sengiyê didane ser aloziyên nêvbera Partîya Dad û Pêşdeçûnê û leşkerî, ku xwe wek zêrevanê edeta sekyular li Tirkiyê dibîne.
Di 50 salên dawiyê de, leşkerî çar hikûmetên Tirkiyê li ser desthelatê ladayne.