Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistan û Pakistan Bû Yekem Car Di 15 Mehan De Kom Bûn


Hindistan radigehîne danûstandinên ligel Pakistanê pêngavek bû ber bi dubare avakirina baweriyê li nêvbera herdu welatan.

<!-- IMAGE -->

Piştî kombûna roja Pêncşemê li New Delhî, Wezîra derve ya Hindistanê Nirupnama Rao soz da berdewam têkelî ligel wezîrê derve yê Pakistanî Selman Beşîr hebe.

Eve yekem kombûna fermî li nêvbera herdu welatan bû, ewey êrişa têroristîya Mumbay li sala 2008.

Rao dibêje wê ji Beşîrî xwast ku Pakistan pitir bizavê ji bo şerê dijî têrorimê bike. Hindistan milîtanên bingeh li Pakistanê bi êrişa ser Mumbay, tawanbar dike.

Pakistanê dixwest ku di wê kombûnê de jimareka pirsên cuda bên bas kirin weke pirsgireka deverên kêşe li ser, mîna Keşmîrê.

XS
SM
MD
LG