Hikûmeta
Afganistanê radigehîne desthilat li bajarokê Marjah ji Talîbanê wergirtiye ve,
di mezintirîn êrişa bi rêveberiya NATO de ewey destpêka şerê li Afganistanê.<!-- IMAGE -->
Karbidestên Afganî roja Pêncşemê alayê kesik û sor û reş yê welatî ser Marjah hilda, li dema bi sedan akincî li wêrê amade bûn.
Karbidest dibêjin ev rêûrisme simbola vegerandina hikûmetê ye li cihê xurt yê berê yê milîtanan.
Dubare destpê kirina xizmetên hikûmetê li bajarokê li parêzgeha Helmand pêngava dahatî ye di oporosyonê de, ku 15,000 serbazên NATO û Afganî pişikdarî têde dikin.
Rêveberê nû yê bajarokê ewey roja Sêşemê çûye Marjah. Karbidest dibêjin akincî vedigerin malên xwe, tevî ku şer berdewam e.