Di jimareke êrişên
xwekuj de li roja Înî li paytexê Afganistanê, bi kêmî ve 16 hes hatin kuştin.<!-- IMAGE -->
Wezîrê derve yê Hindistanê S.M Krişna got neh kesên Hindî, hindek ji wan karbidestên hikûmetê, di êrişan de hatin kuştin.
Diplomatekê Îtalî û hemwelatiyekê Frensî ji qurbaniyan bûn. Her wisa sê polîs hatin kuştin û bi kêmî ve 38 kesên din birîndar bûn.
Otombîleka bombekirî li Kabulê derveyî mêhvanxaneka diktorên Hindî peqî. Bi kêmî ve du êrişberên din çûne di mêhvanxanê de û yek ji wan xwe peqand û yekî din ji aliyê polîsan ve hate kuştin.
Talîbanê berpirsyariya xwe hember êrişên roja Înî diyar kir.