Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dê 20,000 Evserên Leşkerî Yên ser Demê Sedamî Vegerîne


Îraq Dê 20,000 Evserên Leşkerî Yên ser Demê Sedamî Vegerîne
Îraq Dê 20,000 Evserên Leşkerî Yên ser Demê Sedamî Vegerîne
Hikûmeta Îraqê radigehîne ew dê 20,000 evserên leşkerî vegerînin di artêşê de.<!-- IMAGE -->

Ev evsere li dema rêjîma Sedam Huseynî xizmet dikirin û piştî êrişa bi rêveberiya Amerîka, li ser karê xwe hatin ladan.

Peyivdarekê Wezareta Berevaniyê, Mohemed El-Askerî, li roja Înî got evserên berê dê dem û dest vegerin li ser karê xwe.

Ev biryare çend rojan li pêş hilbijartinên perlemanê li 7ê Adarê, hate dan. Ji ber vê çendê, hindek kes bawer dikin ev biryareke siyasî bû.

Endamên opozosyonê, serokwezîr Nurî El-Malikî tawandar dikin ku ew hewil dide piştevaniya partiya Be's ya Sedamî werbigre. Hikûmeta Îraqê vê tawanbariyê red dike.

XS
SM
MD
LG