Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Navneteweyî Soza Alîkariyê Didin Çîlî


Civata navneteweyî wê alîkariya diravî bide Çîlî, piştî erdhejiya wêrankar li roja Şemiyê qewmî.<!-- IMAGE -->

Yekîtiya Ewrûpa soza $4 milyon dolaran da ku weku alîkariya dem û dest bo welatê Amerîka Başûr bihêtê dan. Serokê Komyosuna Yekîtiyê, Jose Manuel Barroso, got ev pere pêngaveke destpêkê ye jibo pêdiviyên dem û dest.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-Moon, hevxemiya xwe jibo qurbaniyên erdhejiyê diyar kir.

Li Amerîka, peyivdarê Seraya Spî Robert Gibbs, got rêveberiya Obama bo alîkariya Çîlî amadeye.

Her wisa, Rêxistiya Xaça Sor ya Brîtanî pitir ji $75,000 dollar jibo bizavên alîkariya Çîlî dan. Gropên din yên alîkariyê, tîmên hawarçûnê amade dikin û pere jibo Çîlî kom dikin.

XS
SM
MD
LG