Karbidestên Îraqî dibêjin jimara kuştiyên sivîl li meha du nizîkî du beraber bû bi hevberî kirin ligel meha yek.
Hikûmeta Îraqê ragehand ku li meha Subatê 211 kes hatin kuştin, di demekê de ku roja helbijartinên 7-ê Adarê nizîk dibe.
Dengdana Adarê, duwem helbijartina niştîmanî ye piştî ladana dîktator Sedam Hûsên li ser desthelatî.
Şîretvanê parastina niştîmanî yê Îraqî roja duşembî got renge El-Qayde bizavê bike ku piştî helbijartinan li demê gorîna desthelatê endamên xwe bigehîne nav hikûmeta nû.