Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Serokwezîrê Tirkîyê li Dijî Medya û Reaksîyona Yekîtîya Ewrûpa


Êrîşên Serokwezîrê Tirkîyê li Dijî Medya û Reaksîyona Yekîtîya Ewrûpa
Êrîşên Serokwezîrê Tirkîyê li Dijî Medya û Reaksîyona Yekîtîya Ewrûpa
<!-- IMAGE -->

Encama kêşeya sîyasî ya vê dawîyê ev bû ku, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, destbi êrîşên li dijî medyayê kir û ew bandoreke neyînî li ser aborîya welatî kir.

Borsa û bazarên Tirkî qelstir bûn, di encama rojên req û kêşebar li navbêra hikûmet û artêşa sekuler de, ku tê îddîa kirin, destê wê di planeke li hember hikûmetê bi rengê Îslamî de hebû.

Borsa bi rêjeya % 6.5 dakete xwarê û gelek berhemkar pereyên xwe jê kişandin û birin cîyên din.

Di axaftina grpba partîya xwe de, Serokwezîr Erdogan berê rexneyên xwe da çapemenîyê, jibo xûrt kirina tirs û xemên aborî.

Erdogan dibêje, mafê kesek tune rewşa heyî li wî welatî reqtir bike. Ez nikanim rê bidim wan nivîsarên rojnameyan ku bi sîstema aborî re bileyzin. Mafê kesek tune ku aborîya welatekî pûç bike. Emê pêşî li wê bigirin. Bila herkes sînora xwe bizane. Paşe nebêjin, haya me jê tunebû û em nehatîbûn hişyarî kirin.

Ev gefeyên serokwezîr ji alîya medya ve bi sivikî nayên dîtin.

Mezintirîn sazîya medyayê li Tirkîye, Grûba Medyaya Dogan, jiber nedana heqa bacan rû bi rûya multimîlyar dolaran cezayên diravî û top avêtin ango îflas bûnê ye. Ew ceza hate birîn, piştî ku kompanya îddîayên li hember dizî û pere xwarina rewistineke xêrzwazî li Almanya, ku bi hikûmetê peywendîdar çap kirîbû.

Nivîskarê navdar Mehmet Alî Bîrand wisa dibêje:

Xem û fikarên wî rengî, ji alîya Yekîtîya Ewrûpa ve jî tê parve kirin. Gelek diplomatên li Enqerê, nerazî bûnên xwe dîyar kirin, li hember daxûyanîyên serokwezîr ya hemberî medyayê.

Endamê Komîteya Tirkîyê ya Yekîtîya Ewrûpa, Richard Howitt wiha dibêje

Hinek pispor dibêjin, gelek wekhevê û nêzîkahî hene, li navbêra rewşa vê gavê û serdema serokwezîrê berê yê Tirkîye Adnan Menderes, ku li sala 1960 bi derbeyeke leşkerî ango coup d'etat, ji desthilatê hatîbû dûrxistin û paşê ji hatîbû darve kirin. Pisporê medyayê Hauk Şahîn dibêje:

Wusa xuya ye, rexneyên xurt yên Serokwezîr Erdogan ya hember piranîya dezgehên ragihandinê, ku piştevanên hikûmetê jî nav de, bûye cîyê nerazîbûnê gelek kesan. Jiber wê yekê, Erdogan roja Sêşemê gote parlamenterên partîya xwe, ku şaş hatîye fem kirin û ew ti car gefe li ser medyayê nake.

Xencî problemên xwe ligel leşkerîyê, hikûmet her wiha, bi sîstema dadwerîyê re jî di nav pevçûneke da ye. Nivîskara sîyasî Nuray Mert dibêje, Tirkîye ber bi hêleke xeter ve dihere.

Hikûmet, îddîayên wî rengî red dike û dibêje, ew jibo demokratîk bûna Tirkîyê pêgîr e. Karbidestên hikûmetê dibêjin, ew dixwazin bibine endama Yekîtîya Ewrûpa û guherînên ew dikin jî hewcedarîya endamtîyê ne. Belê, çavdêrên sîyasî dibêjin, tevî ku hikûmet wiha îddîa dike, ev sîyaseta Serokwezîr di paşerojê de wê bibe sedema arîşe û kêşeyan di peywendîyên ligel Ewrûpa de.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG