<!-- IMAGE -->
Karbidestên Afganî dibêjin pênc karkerên avakirinê yên Pakistanî, li başûra Afganistanê hatine kuştin.
Polîs dibêjin îro du çekdar li ser motorsaykilê, ew zilam gulebaran kirin, li dema ew diçûne karê xwe li parêzgeha Kandahar. Di encamê de, karkerekî din jî birîndar bû.
Ew zilamên Pakîstanî jibo fîrmeke ava kirinê ya Japonî kar dikirin. Wan caddeyek ji bajarê Kandahar heta devera Penjwai, ava dikir. Milîtanên Talîbanê hebûneke xurt li parêzgeha Kandahar heye.
Qumandarên Afganî û navneteweyî li ber e, oporosyonên mezin li wê derê bikin, wek êrişên niha dijî Talîbanê li eyaleta Helmand.