<!-- IMAGE -->
Hezên ewlekarîya Îraqê li seranser Bexda ne, lê dîsa jî ew têr nekir ku rê li ber êrîşan bigirin.
Piranîya wan kesên ku tevli dengdanên pêşwext bûne, leşker, karmendên saxlemeyê û wan kesên lu Yekşemê ya roja dengdanê kar dikin.
Li navendeke dengdanê li Bexdayê, nîşane hebûn, ku ev prosesa dengdana pêşwext, wê bi awayekî rêk û pêkî nemeşe.
Hêzên ewlehîyê bi dijwarî ketine hindûrê avahîya dengdanê. Belê, hatina wan rewşa heyî xirabtir kir. Serbazekî bilind hişdarî da dengdêran û daxwaz ji wan kir ku bikêvine rêze û bi wî awayî dengên xwe bidin. Serbaz gefe li dengdêran dike, ku ewê kesên nerazî bikuje, eger dijberîya biryara wî bikin.
Ev serbaz ji Kerbela ye û ji wî daxwaz hatîye kirin ku dengê xwe li Bexdayê bide.
Ez nikanim dengê xwe bidim. Çimkî navê min di lîstê navan de tune ye. Gelek serbaz û leşkerên mina min hene ku navê wan tune ne. Çima ez nikanim li ser paşeroja Îraqê gotinên xwe bêjim?
Eciz bûn û nerazî bûna wî, ji dengê wî dîyar dibe û gelek kes di heman bawerîyê da ne ku, hilbijartin dê pir tiştan biguherin.
Li alîyê din Doktorekî Nexweşxaneya Ibn Sîna ya Bexdayê, hîn dengê xwe nedaye, lê ew hêvî dike, derengîya rojê dengê xwe bikar bîne.
Doktor dibêje, jibo min dengdan pir girîng e. Çimkî tenê rêka guhartina sîstesa heyî ev e. Tu nikanî tiştan bi tûnd û tûjîyê biguherî, lê bi hilbijaritnan dikanî.
Di dawîya gotinên xwe de, diktor dibêje, ez bi kar anîna dengê xwe, nerazî bûna xwe nîşan didim, li ser rewşa vê gavê li Îraqê.