Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Belçîkî Di Operasyoneke de PKK’ê Dikine Armanc


Polîsên Belçîkî Di Operasyoneke de PKK’ê Dikine Armanc
Polîsên Belçîkî Di Operasyoneke de PKK’ê Dikine Armanc
<!-- IMAGE -->

Bi sedan polîsên Belçîkî, di çarçoveya operasyoneke seranserî welat ya dijî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) de, êrîş birin ser mal û ofîsên Kurdan.

Nêzîkî 300 polîs avêtin 25 cîyên li seranser welat, ku navenda studyoyên ROJ TV’ya paytaxt Bruksel jî nav de. Roj TV, televîzyoneke Kurdî ye û weşanên navneteweyî dike û weşanên wê li nav mîlyonên Kurdên li Tirkîye û tevahîya Ewûpa tê ecibandin.

Medyaya Belçîkî radigîhîne, xebatkarên Roj TV jî nav de, bê kêmî ve 12 kes hatine desteser kirin.

Serhildayên PKK, ji 25 salên vir ve, jibo otonomîya Kurdî li başûra rojhilata şer dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkîye Ahmet Davutoglu roja Pencşemê got, Tirkîye bi operasyona Belçîkî dilxweş e.

Tirkîye, Yekîtîya Ewrûpa û Amerîka, Partîya Karkerên Kurdistan, PKK wekî rexistineke terorîst binav dikin.

XS
SM
MD
LG