Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Bang Li Amerîka Dike Ku Pêşî li Pêşnîyara Cenosîda Ermenîyan Bigire


<!-- IMAGE -->

Tirkîye hişyarî dide rêvebirîya Obama ku, pêşî li pêşnîyar qanûnê bigire, ku qirkirina Ermenîyên serdema Şerê Cîhanê yê Yekê, wekî tevkujî ango cenosîd binav dike. Tirkîye her wiha hişdarî dide, ku têkîlîyên diplomatîk wê xirabtir bin, eger ev pêşnîyar derbaz be.

Tirkîye her wiha, balyozê xwe yê Washingtion vekêşa, piştî ku Komîteya Karên Dervê pêşnîyara cenosîdê qebûl kirîbû.

Wezîrê Dervê yê Tirkîye Ahmet Davutoglu, di press-konferanseke de roja Înîyê got, rêvebirîya Amerîkî bi têra xwe hewilan nekir, da ku wê pêşnîyara Komîteya Karên Dervê blok bike. Davutoglu got, ew hêvî ji rêvebirîyê dike, ku nehêle ev pêşnîyar jibo deng danê, were pêşe Civata Nûneran.

Wezîr Davutoglu her wiha got, welatê wî pêgîr e ku peywendîyên xwe ligel Ermenîstanê normaltir bike, tevî ku ew li dijî giwaştinên dervê bin jî.

Tirkîye dibêje, ev pêşnîyar qanûn, Tirkîye bi tawanên ku wê nekiriye xetebar dike.

Qesra Sipî û Wezareta Derva ya Amerîka jî dijberîya xwe li ser wê pêşnîyarê ragihandibûn, ku vê gavê li ber e, were pêş Civata Nûneran.

XS
SM
MD
LG