Medyaya Îranî radigihîne hikûmeta Îranê firokvanên Rûsî agahdar kirine ku pêdivi ye, ew li du mehan, ji welatî derkevin.
Wezîrê Veguhastinê Hamid Behbahanî gote Ajansa Nuçeyan Fars, ku firokvanên Îranî wê bihêne şûna firokvanên Rûsî.
Fars jimara firokvanên Rûsî yên niha li Îranê kar dikin, ranegihand.
Sizayên welatên Rojava dijî Îranê rêkê li Îranê digire ku firokan ji welatên Rojava bikire. Jiber vê çendê, Îran firokan ji Rûsya û welatên din yên Sovyêta berê dikire û her wisa karî dide firokvanên ji wan welatan.
Peywendiyên li navbêra Rûsya û Îranê sist bûne. Rûsya vê dawiyê ragihand ku renge ew piştevaniya sizayên din dijî Îranê bike, jiber bernama wê ya navokî.