Ajanseke
mirovayetiyê ser bi Neteweyên Yekgirtî ve, radigehîne ku Çîlî jimara fermî ya
qurbaniyan di erdhejîya heftiya burî de, kêm kiriye. <!-- IMAGE -->
Nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî bo kar û barên mirovayetiyê, radigehîne ku jimara qurbaniyan ji 800 kesan anîye 528 kesan.
Ew xweya dike ku hindek kesên mişext bûyn, ji qurbaniyan hatibûn hijmartin. Ajans her wisa dete zanîn ku erdhejiyê ziyan gihande nizîkî du milyon kesan.
Ji aliyek din ve, Bernama Xarna Cîhanî ya Neteweyên Yekgirtî radigehîne ku kel û pelên xwarinê gihandîne bajarê Concepcion, ku yek ji mezintirîn bajarên Çîlî ye.
Bernama Xarna Cîhanî diyar dike ku ew xwarin têra 35,000 zarokan bo pênc rojan dike. Roja Yekşemê ew dê bêtir xwarinê hinêrin.