Bingehên dengdanê hatine girtin û hijmartina dengan destpêkiriye. Lê Netewetên Yekgirtî radigehîne ku encamên pêşwext heta çend rojên din diyar nabin.
Serokwezîrê Şî’e Nurî el-Malikî rû bi rû berîkaneye tund dibe ji hevalbendên berê yên Şîe û her wisa ji siyasetvanên Sunî û Kurd.
Dihête pêşbînî kirin ku hikûmeta nû wê bi çend aliyan pêk bihê.
Serokê Amerîka Barack Obama roja Yekşemê pîroz bahiya xelkê Îraqê kir ku tevî jimareke peqînan, wan dengê xwe gihand.
Eve yekem hilbijartinên perlemana Îraqê bûn ewey sala 2005 ê.
Hêzên Îraqî bi pîvanên xurt parastina bingehên dengdanan dikirin. Serbazên Amerîkî ji bajarên mezin hatine vekêşan, wek parçek ji pilana vegohastina destilhatê ji Amerîka bo Îraqê.
Nêzîkî 19 milyon kesan mafê dengdanê hebû û bêtir 6000 kandîn yan berbijar pişikdariya hilbijartinan kir jibo perlemana 325 kursî.