Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Kêmî ve 120 li Nîjerya de Hatine Kuştin


Bi Kêmî ve 120 li Nîjerya de Hatine Kuştin
Bi Kêmî ve 120 li Nîjerya de Hatine Kuştin
<!-- IMAGE -->

Li Nîjerya, dîdevan dibêjin, di pevçûneke bajerê Jos ya kêşebar de, bi kêmî ve 120 gûndîyên Krîstîyan hatine kuştin.

Rûniştîyên gûndê Dogo Nahawa yê başûra Jos dibêjin, êrîşbirên Misilman roja Yekşemê danê sibede avêtin ser gundê wan. Gundî dibêjin, êrîşbir gule barandin ser gel ku, ji malên xwe derkevin û bi kêr û satoran êrîşî wan kirin. Gûndî dibêjkin, êrîşkêr Fulanîyên Misilman in û jibo tolhildanê eêrîş wan kirine.

Peyamhinêrên cîyê bûyerê dibêjin, ew bi kêmî ve termên 100 qûrbanî jimartine, ku piranîya wan zarok û jin in û 18 yên din jî birine termxaneyê.

Sedema wê êrîşê, heta niha naye zanîn lê hinek rojnamevan dibêjin îhtîmal e ew qirkirin jiber sedemen olî be.

Bajarê Jos, li nav 10 sala dawî bûbû qada 4 şer û pevçûnên mezin, li navbêra Misilman û Krîstîyanan û nêzîkî 325 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG