Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Diyar Kirina Encamên Hilbijartina Paşexist


<!-- IMAGE -->

Komîsyona hilbijartinên Îraqê weşandina encamên pêşîn yên hilbijartinên parlemanê paşêxist, jiber ku ew dibêje hîn hijmartina dengan bi dawî nehatiye.

Peyivdarekî Komîsyona Serbixwe ya Bilind ya Hilbijartinana li Îraqê îro got, dê encamên pêşwext ragehînin li dema ew % 30 ji dengan bihejmêrin.

Karbidestên hilbijartinan dibêjin reng e encamên destpêkê roja Çarşemê yan Pêncşemê bihêne ragihandin.

Karbidestên Îraqî li ber bû encamên pêşwext jibo Bexda û hindek parêzgehên din evro biweşîne. Paytextê Îraqê cihekî giring e jibo pişikdarên hilbijartinan,jiber ku 51 ji 325 kursîyên perlemanê bo Bexdayê ne.

Karbidestên hilbijartinên Îraqê dibêjin rêjeya pişikdariya Sunnîyan xurt bû beramber hilbijartinên perlemanê yên 2005ê, li dema gelek Sunnîyan boykota prosesa hilbijartinan kirîbûn.

Bi giştî li seranserî Îraqê, pişikdariya hilbijartinan % 62 bû.

Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî duhî pesna hilbijartinan da wek pêngaveke giring ber bi xurt kirina yekîtiya netewî ya Îraqê.

XS
SM
MD
LG