Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranî Seredana Afganistanê Dike


<!-- IMAGE -->

Serokê Îranî Mehmûd Ahmedînejad seredana Afganistanê kir.

Di konferanseka rojnamevanî ya hevbeş de ligel serokê Afganî Hamid Karzay li Kabulê, serokê Îranî got ku hêzên bi rêberatiya Amerîka aştiyê li Afganistanê berqerar nakin.

Serokê Îranî her wiha daxaz kir ku hêzên Amerîkî li Afganistanê bihên vekêşan.

Seredana Ahmedînejad hevdem bû ligel seredana wezîrê berevanî yê Amerîkî Robert Gates bo Afganistanê.

Li vê heftiyê, Gates Îran xetabar kir ku bi du rêbazanên berûvajî kar dike dema piştevanîya xwe bo hikûmeta Kabulê diyar dike û kar dike ji bo bêhêz kirina bizavên leşkerê Amerîkî ji bo tenah kirina Afganistanê.

XS
SM
MD
LG