Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Wezareta Derveya Amerîka Derbarê Mafên Mirovan Tirkîyê


Raporta Wezareta Derveya Amerîka Derbarê Mafên Mirovan Tirkîyê
Raporta Wezareta Derveya Amerîka Derbarê Mafên Mirovan Tirkîyê

Wezareta Derva ya Amerîka, raporta salane ya mafê mirovan weşand. Di raporta Tirkîyê ya nêzîkî 25 rûpelan de qala gelek xalan tê kirin.

Raporta îsal balê dikşîne ku tevî ku binpê kirina mafê mirovan li gelek qadan hebe jî, bi giştî başbûnek li seranser welat peyda bûye.

Raport dibêje, rexistinên mafê mirovan gelek bûyerên êşkence û lêdan, zêdegavî ragihandine, ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kirin.

Rewşa zindanan li gorî salên pêş hatine baş kirin, lê bi giştî rewş hîn xirab e, çimkî gelek zindanî di odeyên pir qalabalix de dimînin.

Azadîya olî bi temamî nehate misoger kirin, hinek grûbên olî nekanîn bawerîya xwe bi azadî bicîh bînin û rastî êrîş û zehmetîyan hatin.

Tûnd û tujîya dijî jinan berdewam kir, kuştina namusê, dest dirêjîya seksî wekî her kêşeyeke belave ma. Qîzên biçûk bi zorê hatine zewcandin, tevî ku qanûn li dijî wê yeke be jî.

Çavdêrên serbixwe dibêjin, carna rexne li karbidestên hikûmetê û endamên burokrasîyê tê girtin ku bi daxuyanîyên xwe bandor li ser sîstema dadwerîyê bikin. Her wihya, tê rexne kirin ku gelek caran dad kirin bo demeke pir dirêj didomin û pir waxt ser de dibore.

Di raportê de pesna gelek pêngav û reformên Tirkîye jî têne dayîn. Wekî mînak raport behsa van xalana dike:

Ji alîyê azadîya ramanê ve, li sala 2009’ê pêşketinên erênî qewimîn. Dewlet, rê li ber weşana bi zimanê Kurdî vekir û televîzyoneke Kurdî ya 24 demjimêrî destbi weşanê kir. Her wiha, rê li ber radyo û televîzyonên taybet hate vekirin ku bikanibin weşana 24 seetî ya bi zimanên xencî Tirkî bikin.

Rêziknameya nû ya girtîgehan derfet dide ku zindanî ligel malbatên xwe bi Kurdî bipeyivin.

Li meha 9 Îlonê, li zanîngeheke pişka zimanên zindî hate vekirin ku zimanê Kurdî û zimanên din fêr bike.

Hikûmet guhartinek di qanûna cezayê de kir û dad kirina sîvîlan di dadgehên leşkerî de qedexe kir.

Di raporta îsal ya derheqa Tirkîyê de, li hinek rûpelan taybetî pirs û kêşeyên giredayî Kurdan têne kirin. Ji wan hinek:

Jimareke hemwelatî û 10 bajervanên Kurdî jî nav de hatine ceza kirin, jiber ku ji rêberê PKK Abdullah Ocalan re gotine “birêz”. Awûqat Eren Keskîn, nivîskar Edîp Polat û aktor Murat Badikî, jiber kar anîna peyiva “Kurdistan” bi qasî salek hatine ceza kirin.

Bizavkarên mafê mirovan îddîa kirin ku, nêzîkî 1000 doz li hember endamên DTP ya qedexe kirî û BDP ya ser bi Kurdan hatine vekirin. Sedema piranîya wan jî axaftin û daxuyanîyên bi Kurdî ye. Her wiha gelek ji wan jî, bi îddîaya peywendîyê ligel KCK ango baskê sîyasî ya PKK ve hatine ceza kirin.

Partîya Civaka Demokratîk DTP ji alîye Dadgeha Qanûna Bingehîn ve, bi yekengî hate girtin û 37 rêvebirên wê ji sîyasetê hatine qedexe kirin. Dû re, 40 endamên BDP, bi îddîayên hebûna peywendîyên ligel PKK hatin desteser kirin ku li nav wan jimareke bajervan jî hene.

Ber bi di dawîya raportê de tê gotin, li parlemana Tirkîye bêtirî 100 endamên esil Kurd hene û bi kêmî ve, 3 wezîrên kabîneyê jî Kurd in.

Guhdarên hêja, li ser vê raporta Wezareta Derva ya Amerîka, me hevpeyvînek ligel birêz Burhan Zorooxlu, sekreterê Komela Mafê Mirovan ya Rexistina Dîyarbekirê kirîye. Fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG