<!-- IMAGE -->
Amerîka dibêje ew gelek nîgeran e li ber tepeserkirina Behaîyan û kêmanîyên din yên olî li Îranê.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîkrî P. J Kirawlî dûhî heynî ragîhandinek weşand û got karbidestên Îranê di çend heftiyên borî de 25 kesayetîyên Behayî girtine. Wî got hrewesa niha nêzîkî 60 kesayetîyên Behayî di zîndanên Îranê dene liber bawerîya wan ya olî.
Kirawlî got karbidestên Îranê pitir ji deh kesên Kiristîyan(mesîhî) jî girtine, hinek jiwan bêy hindê tawan li dijî wan hebit di zîndana dene.
Peyvdarê wezareta derva ya Amerîka daxwaz ji Îranê kir heta pêgirtinên xwe bicih bîne hember parastina mafê mirovên xelkê xwe.