Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Firokên Cengî yên Pakîstan de 13 Mîlîtanên Talîban Hatine Kuştin


Di Êrîşa Firokên Cengî yên Pakîstan de 13 Mîlîtanên Talîban Hatine Kuştin
Di Êrîşa Firokên Cengî yên Pakîstan de 13 Mîlîtanên Talîban Hatine Kuştin
<!-- IMAGE -->

Karbidestên Pakîstanî dibêjin, firokên cengî weşartgehên mîlîtanan li tixûbê Afganîstanê bombe baran kirin û bi kêmî ve 13 mîlîtanên berguman kuştin.

Karbidest dibêjin, operasyon xanîyên veşartî yên Talîbanê kirîbû armanc, li herêma eşirî ya Orakzaî. Heta niha ne dîyar e, ti qumandarên bilind hatine kuştin yan ne.

Pakîstan, hefteya borî bibû armanca jimareke êrîşên xwekuj. Di êrîşa bajarê Lahor ya Duşemê de 13, yên Înîyê de 55 kes û di êrîşa Şemî ya Swat Valley da jî 13 kes hatîbûn kuştin.

Tê ragihandin, mîlîtanên Talîban, berpirsîya wan êrîşên xwekuj bi stûya xwe ve girtine.

XS
SM
MD
LG