Polisêt Îraqê dibêjin otombîleka bombe kirî li cadeka bi qelebalix li rojava bajêrê Feluce peqî û bi kêmî ve 7 kes kuştin û pitir ji 20 kesêt dî birîndar kirin.
Polis dibêjin ew otombîl spêdeya roja Duşembî nizîkî xaleka vekolînê ya leşkerî peqî demê karger bo kar kirinê nizîkî wî cihî xirve bibûn.
Feluce ya parêzgeha Enbar ku li wêrê alozkarî kêm boyne piştî rêberêt çekdar yêt Sunî bo harîkarî kirina hêzêt Amerîkî û yêt Îraqî li sala 2006 dijî komela El Qayda rawestiyayn.
Peqîna vê carê qewmî demê ku Îraq ya denga di hijmêrit piştî helbijartinêt 7ê meha 3ê Adarê.
Roja Yêkşembî, peyvdarê raspêriya helbijartina Qasim el Eboudî soz da ku roja Duşembî %60 ji denga bêne jimartin.
Encamêt despêkê yêt helbijartinêt Îraqê diyar diken ku hevalbendîya serok wezîr Nûrî El Malikî ya li pêş li Bexda û sê parêzgehêtbara pitir Şîa li başûr ji wan parêzgeha Besra ya dewlemend bi neftê.