Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîkî kuntrol kirina girtîxanekê da destê karbidestêt Îraqî


Leşkerê Amerîkî kuntrol kirina girtîxanekê da destê karbidestêt Îraqî
Leşkerê Amerîkî kuntrol kirina girtîxanekê da destê karbidestêt Îraqî

<!-- IMAGE -->

Leşkerê Amerîkî kuntrol kirina girtîxanekê ku nizîkî 3 hizar bergomanêt xirabkar têdane da destê karbidestêt Îraqî.

Mêcer ceneral David Quantock dibêjit ew girtîxane li Tajî ye u bi vê çendê dê bi tinê yêk girtîxane li jêr kuntrol kirina hêzêt Amerîkî mînit. Girtîxana Tajî nîzîkî 20 kîlomitran dure li Bexda li bakura paytextîye. Leşkerê Amerîkî kiryarêt xwe li Îraqê kêm diket u xwe amade diket hêzêt şerker heta heyva neh vekêşît u hemî hêzêt dî heta sala 2012 vekêşît.

Hêzêt Amerîkî girtîyêt jêr kuntrola wan di dete destê Îraqîyan ku ew dê biryarê den ka kî bête berdan u kî ne. Leşkerê Amerîkî li bere ku girtîxana may jî li kempa Kiroper li meha 6 bi dete destê karbidestêt Îraqî.

XS
SM
MD
LG