Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Îraqê Bîrhatina Êrişa Kîmyayî Dikin


Kurdên Îraqê Bîrhatina Êrişa Kîmyayî Dikin
Kurdên Îraqê Bîrhatina Êrişa Kîmyayî Dikin

<!-- IMAGE -->

Rêûresmên bîrhatinê roja Sêşembî li herêma Kurdistana Îraqê li bakûr hatine kirin, bo bîranîna 22 saliya êrişa kîmyayî ya bikuj li ser bajêrê Helebçe.

Bo rêzgirtina xelkê herêmê li 5000 qurbaniyan kû li êrişa gaza jehrîn ji alîyê rejîma berê ya diktator Saddam Huseynî hatîbûn kûştin xelkê herêmê bo 5 deqîqa bêdeng rawestîyan.

Êrişa sala 1988 yêke ji kuştinkariyên hov û dûrinde li êrişên Enfala ku ji alîyê Saddamî dijî Kurdan hatine kirin.

Kurdên Îraqê daxwaz ji hikûmeta piştî Saddamî li Bexda kir ku pênasînê bi wê êrişê bike û alîkarîya bi hizaran kesan bike, ku jiber wê êrişê ziyan gehiştiye wan.

Di belavokekê de ku roja Sêşembî hate belav kirin, hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqî gotroja bîranîna wê êrişê her wisa demê ku bênev serxwe û hizra paşerojê biken.

Li meha yek, hikûmeta Îraqê pismamê Saddamî, Hesen El Mecîd ku bi Elî Kîmyayî dihate nasîn li sêdare da jiber êrişa gaza jehrîn û jiber tawanên dî yên dijî mirovanî.

XS
SM
MD
LG