Karbidestên Îsraelî dibêjin bi sedema hêrişeka mûşekî ya çekdarên Felestîniyên Xeze, yek kes li başûra Îsraelê hat kuştin.
Karbidestên Polîsî dibêjin ew mûşek roja Pêncşembî li devereka cûtkarî nizîkî sinorê Xeze keft xar û karkerekê Taylendî hat kuştin.
Hêrişa Pêncşembî hevdem bû ligel seredana berpirsa rêbaza derve ya Yeketîya Ewropî Cathrine Ashton bo devera Xeze.
Grûpeka bi nave Ansar Al-Sunne berpirsiyariya xwe biramberî wê hêrişê ragehand.