Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Amerîka Nêzîkî Rekeftineke Kêmkirina Çêkan in


<!-- IMAGE -->

Karbidestên bilind yên Rûsî û Amerîkî dibêjin, her du hêzên mezin di danûstandinan de nêzîkî geheştineke dibin, li ser kêm kirina çêkên navokî.

Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov û Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton, roja Pencşemê di civîna çapemenî ya hevbeş de, li Moskow peyîvîn. Hillary Clinton ve gavê li Rûsya ye, jibo seredaneke du rojî ya 2 rojî.

Her du dewlet, bêtirî salekî vir ve xebatê dikin ku peymaneke nû, li şûna Rekeftina Kêmkirina Şêkên Stratejîk, START ya 1991ê îmza bikin, ku meha 12 bi dawî hatîbû.

Wezîrê Derve yê Rûsî Lavrov di civînê de got, danûstandin geheştine qonaxa dawî. Hillary Clinton jî da zanîn, pêşketinên berbiçav têne kirin û ew hêvîdar e ku ew di demeke kin de bigehijine rekeftinekê.

Serokê Amerîka Barack Obama û Serokê Rûsya Dmitri Medyedev, sala çûyî lihev kirîbûn ku di bin peymaneke nû, çêkên xwe yên navokî kêm bikin.

XS
SM
MD
LG