Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Philip Gordon Derheqa Peywendîyên Navbêra Tirkîye û Amerîka Dipeyive


Philip Gordon Derheqa Peywendîyên Navbêra Tirkîye û Amerîka Dipeyive
Philip Gordon Derheqa Peywendîyên Navbêra Tirkîye û Amerîka Dipeyive

<!-- IMAGE -->

Li 17’ê Adarê roja Çarşemê, li Enstîtuya Brookings ya Washington, bi hevkarîya Zanîngeha Sabanci panelek bi navê Amerîka û Tirkîye: Dîtinên Rêvebirîya Obama hate kirin. Peyîvdarê kombûnê jî, Alîkarê Wezareta Derva ji karên Ewrûpa û Ewrasya Berpirs, Philip Gordon bû û wî li ser gelek babetên cihêrengî wek, têkîlîyên navbêra Amerîka û Tirkîye, kêşeya Qibris û Yekîtîya Ewrûpa û her wiha, Tirkîye û cîranên wê axaft.

Gordon, di destpêka axaftina xwe de bal kişand girîngîya Tirkîye jibo Amerîka û welatên rojava. Wî got, rêvebirîya wî cîyekî taybet dide Tirkîye û seredana Serok Obama bo Enqere û Stenbol, di destpekê serokatîya wî de, nîşaneya wê yekê ye.

Prosesa reform û nûjen bûnê, jibo paşeroja Tirkîye wekî babeteke pir girîng e. Rêberên Tirkîyê jî pênasînê bi vê yekê dikin û pengavên wêrek davêjin, jibo afirandina welatekî bêtir ahengdêr. Projekta demokratîk bûnê ku parastina mafên Kurdan û kêmanîyên din dike armanc, pêngaveke girîng e di dîroka wî welatî de. Em çepikên xwe li vê yekê dixin û daxwaz ji Tirkîyê dikin ku her berdewam be, li vê rêkê bimeşe. Serkeftina vê bizavê wê demokrasîya Tirkîyê qayimtir bike û di prosesa endamtîya Yekîtîya Ewrûpa de jî, jê re bibe alîkar.

Philip Gordon her wiha qala peywendîyên Tirkîye û Ermenîstan kir û daxwaz ji her 2 alîyan kir ku protokolên xwe, di waxtekî zûtir, bê şert û merc îmza bikin. Gordon, her wiha dubare kir ku rêvebirîya wî li dijî pejirandina pêşnîyara Kongresê Amerîkî ye cenosîd ango tevkujîya Ermenîyan e.

Alîkarê Wezîra Derva Philip Gordon her wiha da zanîn lu li navbêra her du welatan de bê guman hinek cûdabirî ji hene. Gordon li ser Îranê sekinî û got:

Derbarê Îran, dema ku civata navneteweyî hewil da ku mesajeke hevbîr û yekdengî bişîne Îranê, Tirkîye carna dengekî cihe da. Em dizanin, Tirkîye xem û fikarên me yên derheqa çêkên navokî ya Îranê parve dike û piştgirîya hewilên navneteweyî dike jibo geheştina rekeftineke li ser vê babetê. Lê, bi dîtina me pir girîng e, ku em ji kiryar û biryaran wiha bi dûrkevin ku dikanin bizavên me yên çareserîya aştîyane bo kêşeya navokî ya Îranê asteng bikin, ku armanca me hevbeş ya gîşkan e. Em bawer nakin ku biryara Tirkîyê ya meha 11 Mijdarê, di kombûna Ajansa Enerjîya Atomîya Navnetewî ya alîkarîya vê armancê kirîye. Em hêvî dikin ku Tirkîye tevlî welatên Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî bibe, ku dixwazin Îran berpirsîyên xwe li hember Ajansa Enerjîya Atomîya Navnetewî û Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî bicîh bîne.

Philip Gordon li ser Îraqê jî peyîvî û got, baştir bûna peywendîyên navbêra Tirkîye û Îraq cîyê şabûnê ye.

Li Îraqê, pegîrîya hikûmeta Tirkîye bo hevkarîya stratejîk ligel hikûmeta Bexda û baştir kirina têkîlîyên xwe ligel Kurdên Îraqê, faktorên erênî jibo aşitî û aramîya Îraqê.

Kombûn bi beşa pirs û bersîvan dawî hat û gelek rojnamevanên ku ji Tirkîyê hatîbûn û guhdarên xwecihî derfet dîtin ku pirsên xwe raberî Philip Gordon bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG