Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Hişyarîyeke Nû Dide Amerîka


Çîn Hişyarîyeke Nû Dide Amerîka
Çîn Hişyarîyeke Nû Dide Amerîka

<!-- IMAGE -->

Çîn, carekî din bang li Amerîka kir ku, kêşeya nirxa dirava wê neke kêşeyeke sîyasî.

Wezîrê Bazirganî yê Çîn He Ning roja Înî li Beijing nerazî bûna xwe li ser pêşnîyara senatorên Amerîkî dîyar kir. Çend senatorên Amerîkî, daxwaza danana toleyên nû li hember wî welatî kirîbûn, eger Çîn nirxa pereyê xwe jinûve ayar neke.

He Ning balê kişand û got, ev pêşnîyar wê kêşeya heyî pirtir zehmettir bike.

Reqbûna navbêra Washington û Beijing li nav hefteyên borî zêde bûye, jiber nirxa diravê Çînî, ku ji 2008ê vir ve bandoreke neyenî li ser dolara Amerîkî dike.

Amerîka Çînê tawanbar dike ku bi zanabûn nirxa yuan nizim dike da ku hilberînên Çînî di bazarên cîhanî de bi erzanî bêne firotin.

XS
SM
MD
LG