Amadekari û pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya ku ji aliyê UNESCO yê jî wekî "Abîdeya mîrateya <!-- IMAGE -->
çandê ya mirovahiyê" hate îlankirin, bi coşieke mezin didome. Ev hefteyekiye ku li gelek bajar û navçeyên Kurdan Cejna Newrozê tê pîroz kirin. Roja 21’ê mehê jî weke konaxa dawî dê Newroz li Diyarbekirê were pîroz kirin. Ji bo amadekariyên pîrozbahiyê bi lez û bez xebat tên domandin ji aliyê Komîteya Tertipê ya Newrozê.