Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Orşelîm Paytexta Îsraelê ye


Netanyahu: Orşelîm Paytexta Îsraelê ye
Netanyahu: Orşelîm Paytexta Îsraelê ye
<!-- IMAGE -->

Serokwezîrê Îsraelî rexnên Amerîka biramberî ava kirina xaniyên nû li Orşelîma Rojhilat red dike, li demê xwe amade dike ligel serok Barack Obama kom bibe.

Di gotarekê de li konferansa rêkxistiya piştevana Îsraelê, AIPAC, Benjamin Netanyahu şeva Duşembî li Washington got ku Orşelîm paytexta Îsraelê ye û got ku cihûyan berî 3,000 salan Orşelîm ava dikir, û evroş her wî bajêrî ava dikin.

Her wiha wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton gotarek li konferansa AIPAC pêşkeş kir û got ku ava kirina xaniyên nû ji layê Îsraelê ve li Orşelîma Rojhilat ya dagîrkirî dê ziyanê gehînte bizavên Amerîkî ji bo dest pêkirina kombûnên nerastexwe nêvbera Îsrael û Felestîniyan.

Serok Obama û birêz Netanyahu nîveroya Sêşembî li Seraya Sipî kom dibin.

XS
SM
MD
LG