Girjî û reqbûna li Kenara Rojava û Orşelîma Rojhilat, li nav hefteyên borî zêde bûye û Fîlîstînî jî bi hêzên Îsraelî re ketine şer û pevçûnan.
Fîlîstînî bawer dikin, bi van kiryarên dawîn hikûmeta Îsrael dixwaze kontrola xwe li ser vê axê zêdetir dike, ku Fîlîstînî wek beşek ji dewleta xwe ya paşerojê dibînin.
Di vê dawîyê de, çar alîyên Aşitîya Rojhilata Navîn biryara Îsrael ya ava kirina 1600 xanîyên nû li Orşelîma rojhilat şermezar kirîbû.
Nûnerê taybet yê çar alîyên Aşitîya Rojhilata Navîn, Serokwezîrê berê yê Brîtanya Tony Blair wiha dibêje:
Tiştê bingehîn ev e ku, hewilên me yên lihev anîna her du alîyan bo axaftin, danûstandin û rekeftinanan neyêne asteng kirin.
Welatên Yekgirtî hewilê dide ku danûstandinên aşitîyê jinûve bide destpê kirin. Lê, biryara Îsraîl ya fireh kirina wargehên nû li Orşelîma Rojhilat, gêfe li vê bizavê dike.
Birêz Blair dibêje, divê her du alî jî, xwe ji kiryarên ku zirarê bidin danûstandinan dûr bêxin.
Bi dîtina min, her tiştê ku bawerîya hêla din ya danûstandinan dişkîne problem e û gotûbêjên ser warhegên nû jî li ser vê yekê ye. Divê, Fîlîstînî jî her wiha dabîn bikin ku derbarê ewlehîyê pêngavan bavêjin û xwe ji tûnd û tujîyê dûr bêxin.
Çar alîyên Aşitîya Rojhilata Navîn ji Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, Yekîtîya Ewrûpa û ji Welatên Yekgirtî yên Amerîka pêk tên.
Birêz Blair, ev sê sal in ku nûnerê vê grûbê ye û armanca wî ya serekî xûrttir kirina aborî û sazîyên Fîlîstînîyan e, bo dewleteke Fîlîstînî ya serbixwe, heku her du alî li ser çareserîyeke du dewletî lihev werin.
Tony Blair dibêje, bawerîya wî ya olî, di pegirîya wî ya prosesa aşitîyê de ji wî re dibe alîkar.
Eger tu mirovekî bawermendê Îbrahîm Pêxamber bî, ne girîng e Cîhu, Kirîstîyan yan jî Misilman bî, bûyîna te li Orşelîma Axa Pîroz, bi sere xwe serborîyeke gelek taybet e. Carna ji me re dibêjin, tu çawa li wan dêran sebra xwe tinî û behn teng nabî. Birastî pir dilşa me ku li vir im.
Serokwezîrê berê yê Brîtanya Tony Blaîr dibêje, ew fêr bûye ku nikane dilê her kesî şa bike lê tim hewilê dide ku biryarê rast û rewa bide.
Jibo guhdarî kirina vê raportê, kerema xwe li fayla dengî ya destê rastê kilîk bikin.