<!-- IMAGE -->
Serokê Amerîka Barack Obama berdwewam bizavê dike, jibo dest xistina piştevanîyê bo reforma sîstema saxlemîyê. Pirsnameyeke nû nîşan dide ku, gelê Amerîkî li ser qanûna nû ya saxlemîyê dabeş bûye.
Birêz Obama îro li bajarê Iowa City axaftinek dike. Serok Obama li ber e xalên girîng yên reforma saxlemîyê ronî bike.
Wekî tê zanîn, Komarî jî bi tûndî dijbêrîya vê qanûnê derdikevin. Pirsnameyeke vê dawîyê ku ji alîya Zanîngeha Quinnipiac hatiye kirin, nîşan dide ku Amerîkî li ser vê qanûna nû perçe bûne. Gava nêzîkî 50 ji sedê Amerîkî dibêjin, ew li dijî vê qanûnê ne, 40 ji sedê gel jî dibêjin ew piştgirî dikin.
Li alîyê din, ofîsên Demokratên Kongresê jî bûn armanca gefe û êrîşan, piştî dengdana reforma saxlemîyê.
Berdevka Civata Nûneran, Nancy Pelosî ya Demokrat û Rêberê Kêmanîya Komarî John Boehner gotin, cîyê kiryarên wî rengî di sîyaseta Amerîkî de tune ye.