<!-- IMAGE -->
Bilindtirîn Ajansa Durgihandina Neteweyên Yekbûyî, daxwaz ji Îranê kir ku destji xirab kirina weşanên satelaytî yên navneteweyî berde.
Yekîtîya Telekomunîkasyona Newneteweyî, roja Înîyê ragihand rawestandina weşanên biyanî kiryareke neqanûnî ye. Ajans, rastxwe Îranê tawanbar nekir, lê da zanîn ku jêdera wê yekê axa Îranê ye.
ITU ev daxuyanîyê belav kir, piştî ku Fransa li ser navê kompanya Eutelsat ya satelaytê gilî li rexistinê kirîbû.
Eutelsat îddîa dike ku Îran, weşanên Farsî ya Dengê Amerîka û BBC blok dike, ji hilbijartinên serokatî ya sala çûyî vir ve.
Yekîtîya Ewrûpa jî bi daxuyanîyeke Îranê şermezar kirîbû, jibo rêliber girtina weşanên satelaytê.